Parêzerên Ocalan cara 706’emîn serî li dozgeriyê dan 2017-11-21 11:36:53 STENBOL – Parêzerên Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 706’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi vê serlêdanê re ev bû cara 706’an parêzer serlêdana daxwaza hevdîtinê dikin.    Daxwaza serlêdanên parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 705 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL”ê tên astengkirin.