Xizmên Windayan li Amed û Êlihê xwestin kujer bên darizandin 2019-06-29 16:06:56 AMED / ÊLIH – Hiqûqnas Kerem Altiparmak ê di çalakiya windayan de axivî got: “Darazek û hiqûq ku bi windayan re tênekoşe dê bi xwe re tu gav guhertinan neyne.”  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan wek her hefteyê çalakiya xwe 542’yemîn li avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan, Cîgirê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê akademîsyen Kerem Altiparmak, ji sazûmankara AKP’ê Fatma Unsal Bostan û gellek kes beşdar bûn. Pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.    ‘Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku divê hemû kûjer bên darizandin û aştiya civakî bi hevrûbûnê re pêkan e.    'HETA HEVRÛBÛN PÊK NEYÊ GAV NAYÊN AVÊTIN’    Pişt re Cîgirê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Kerem Altiparmak axivî û got meseleya têkoşîna bi bêcezakirinê re pirsgirêka wê ya bingehîn windayên di binçavan de ne û divê ew hemû kesên li pişt wan windakirin derbixin holê. Altiparmak da zanîn ku heta hêzên tarî ango hêza li pişt windayan dernexin holê tu pirsgirêk nayê hevrû kirin û got: “Darazek û hiqûq ku bi windayan re tênekoşe dê bi xwe re tu gav guhertinan neyne. Meseleya windayan pirsgirêka hemû civakê ye.”    Vê hefteyê çîroka Mehmet Siddik Oncu yê di sala 1993’an de li gundê Qerqatê ya bi ser navçeya Çinara Amedê ve di serdegirtina gund de ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin û piştî 13 rojan cenazeyê wî yê şopên îşkenceyê li ser hebûn hat dîtin hat vegotin.    Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 448’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Wêneyên windayan hat hildan û pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Endamê MYK’ê ya ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner daxuyanî da û heta ku aqûbeta windayan bê eşkerekirin dê têkoşîna xwe dewam bikin û wê li lêgerîna heqîqetê bidomînin.    Tanguner çîroka windakirina Abdurrahman Coşkun ê di 29’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê di serdegirtina malê de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat binçavkirin û pişt re ew winda kirin û bi salan şûn ve hestiyên wî hatin dîtin xwend û xwest kujerên Coşkun bên dîtin û darizandin.    Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistn.