Li kujerên Alî Uygar pirsîn 2019-06-29 15:32:25 ÎZMÎR – Parêzvanên mafên mirovan li Îzmîrê li kujerên Alî Uygar ê di sala 1980’î de di binçavan de hat windakirin û pişt re cenazeyê wî li “Goristana bêkesan” veşartin pirsîn.  Rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşm “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” vê hefteyê jî li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konaka Îzmîrê li dar xistin. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Winda diyar in, kujer li ku ne?” vekirin û li kujerên Alî Uygar ê di sala 1980’î de di binçavan de hat windakirin û pişt re cenazeyê wî li “Goristana bêkesan” hat dîtin pirsîn.    28 KES WINDA BÛNE    Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli daxuyaniyê xwend. Canli bi bîr xist ku ji OHAL’a di sala 2016’an ve hat îlankirin şûn ve heta niha herî kêm 28 kes winda ne û ji bo Engîn Eroglu yê li Dersimê winda ye bê dîtin bang li rayedaran kir.    ‘DI GORISTANA BÊKESAN DE DIBÎNIN’    Canli behsa kuştina Alî Uygar ê di sala 1980’î de di binçavan de hat windakirin û pişt re cenazeyê wî li “Goristana bêkesan” hat dîtin kir û got: “Di 1’ê tîrmeha 1998’î de Alî Uygar li gel Mîthat Nisan, Mahîr Keçecî û Ozckan Fedakar dema bi trênê rêwîtiyê dikin li Pozantiya Edeneyê tê binçavkirin û wan dibin emniyeta Edeneyê. Pişt re dibin emniyeta Mêrsînê. 9 roj agahî ji Uygar nayê girtin. Dayik Hatîce Uygar û du keçên xwe li gel nûçegihanê Rojnameya Demokrat Vahap Şehîtoglu diçin bi Midurê Şaxa Yekemîn Omer Guneş û alîkarê wî Hanefî Avci re hevdîtin dikin. Dayik diyar dike ku ji rewşa jiyana kurê xwe fikaran dike. Bersiva dayikê hişk didin û jê re dibêjin ku kurê wê reviyaye. Li ser vê bersiva hişt malbat bêhejmar serî li saziyên dewletê dide. Di encama lêgerîn û hewldanên malbatê de cenazeyê Uygur li goristana bêkesan tê dîtin. Bêyî ev dosye bê vekirin hat girtin.”