Rojnameger Demirhan serbest berdan 2019-06-29 13:45:41   STENBOL - Rojnameger Alî Ergîn Demirhan, ku duh bi îdîaya "Hewaret li Serokomar kiriye" hat binçavkirin piştî îfade da serbest hat berdan.    Edîtorê Sendika.org û Endamê Rêveberiya DîSK Basin îşê Ali Ergin Demirhan, duh dema polîsan li nasnameya wî nerî û lêgerîna nasnameyê kirin bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" hatibû binçavkirin. Demirhan piştî li midûriyeta polîsan îfade da sewqî edliyê kirin û piştî li edliyê êfade da serbest hat berdan.