Şagirtên MA Muzîkê mezûn bûn: Em bimirin jî em ê stranên kurdî bêjin 2019-06-29 11:54:34 AMED – Akademiya MA Muzîkê bi konsereka mezûniyetê bawernameyên 35 şagirtên xwe yên kursên xwe temam kirin da wan. Ji mamosteyên MA Muzîkê Şêrko Kanîwar got: “Yên dixwestin muzîka kurdî biqedînin bi ser neketin. Em bimirin jî em ê di gorê de stranên xwe bêjin.”  Akademiya MA Muzîkê ya piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran di sala 2017’an de vebû şagirtên xwe mezûn kir. MA Muzîkê ji bo mezûniyeta 35 şagirtên xwe li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konsera merasîmê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, gellek hunermend û bi sedan welatî û şagirt beşdar bûn.    ‘EM Ê DI GORAN DE STRANAN BÊJIN’    Di vekirina merasîma mezûniyetê de ji mamosteyên MA Muzîkê Şêrko Kanîwar axivî û diyar kir ku akademiya wan xwedî kevneşopiya 10 sala ye û tevî ku akademiya Aram Tîgran girtin jî lê wan xebatên xwe domand. Kanîwar da zanîn ku wan sond xwariye ew biçin li înşatan jî bixebitin dê ji bo debara xwe ku dikaribin muzîka kurdî li pêş bixin birêve bibin û şagirtan bêmuzîka kurdî nehiştine û dê ji niha şûn ve jî nehêlin. Kanîwar anî ziman ku ew bi evîndariya çand û muzîka kurdî derketine rê û got: “Bi girtina akademiyên digotin qey dê muzîka kurdî biqedînin. Em bimirin jî em ê di gorên xwe de stranên xwe bêjin. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”   PERFORMANSA XWE DAN NÎŞANDAN    Şagirtên ku mezûn bûn ji bo performansên xwe nîşan bidin derket ser dikê û bi dorê bi 11 koman hunera xwe pêşkêş kirin. Dema şagirt derdiketin ser dikê yek bi yek çîroka wan jî dihat vegotin. Her wiha şagirtan bi enstrûmanên cuda performansên xwe nîşan dan û koroya jinan jî derket ser dikê û stran gotin. Jinan strana “Edlayê” ya di rojên dawî de populer bûye gotin û welatiyan li çepikan da. z   ARAM TÎGRAN JI BÎR NEKIRIN    Koma ku jin û zilam di nav hev de bûn bi beşdariya mamoste û xebatkarên MA Muzîkê derketin ser dikê û bi strana “Tûzik” a hunermendê nemir Aram Tîgran digot konsera xwe bi dawî kirin.    Welatiyan kêliyek dirêj şagirtan bi lêdana çepikan pîroz kirin.    Di dawiya bernameyê de sînevziyonek ku ji destpêka Konservatuara Aram Tîgran heta niha Akademiya MA Muzîkê pêk dihat hat pêşandan.    XELAT Û BAWERNAMEYAN DAN    Pişt re derbasî merasîma xelatdayînê û peyaman xwendinê bûn. Navê kesên keda wan di Konservatuara Aram Tîgran û Akademiya MA Muzîkê derbas bûne yek bi yek navê wan hat xwendin û spasiya wan hat kirin û plaketan diyarî wan kirin.    Peyamên siyasetmedar Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî şandibûn merasîmê hatin xwendin.    Merasîma mezûniyetê bi dayîna çîçek û bawernameyan bi dawî bû.