Festîvala Qersê bi dîmenên rengîn ên gelan dest pê kir 2019-06-29 11:49:31 QERS – Festîvala Çand û Xwezayê ya Serhadê ku ji aliyê Şaredariya Qersê ve tê lidarxistin bi meşê dest pê kir. Welatiyên Qersê yên ji netewên cuda bi cilên xwe yên herêmî beşdarî meşê bûn û dîmenên rengîn derketin holê.  Şaredariya Qersê îsal 1’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Serhedê li dar dixe. Festîvalê bi meşa ku ji sedan kesan pêk dihat ji ber Şaredariya Qersê dest pê kir. Welatiyan cilên herêma Qersê li xwe kir û beşdarî meşê bûn. Hevşaredar Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca jî di meşê de cih girtin. Welatiyên kurd, tirk, çerkez, Kafkas û turkmen bi govendên xwe yên gelêrî û erbaneyan di meşê de cih girtin. Di meşê de def û zirne, erbane û tulumê lê dan û welatî reqisîn. Meşa ku veguherî dîmenên rengîn li Keleha Qersê bi dawî bû.    ‘EM Ê FESTÎVALÊ VEGUHERÎNIN FESTÎVALEK NAVNETEWÎ’    Hevşaredar Şevîn Alaca axaftinek kurt kir û her kesî vexwend hemû şahiyên festîvalê.    Hevşaredar Ayhan Bîlgen jî da zanîn ku ew ê vê festîvalê ji bo danasîna Qersê veguherînin festîvalek navnetewî û got: “Em bi ruhê amator û kelecanî pêk bînin. Em ê di nava van du rojan de kêmasiyên xwe bîbînin û em ê di demsala zivistanê de jî festîvalên sînema û lîstikên zivistanê li dar bixin.”    Festîval dê bi konser û şahiyên cuda heta derengiya şevê dewam bike.