Piştî operasyona eskerî hemû çandiniyê welatiyan şewitîn 2019-06-29 11:47:43 ŞIRNEX - Li Gundê Zêdga yê Navçeya Silopî ya Şirnexê piştî operasyona eskerî agir bi zeviyên welatiyan ket û hemû zevî û zadên welatiyan şewitîn.  Li Gundê Zêdga yê Navçeya Silopî ya Şirnexê bi tevlêbûna gelek eskeran operasyon hat lidarxistin. Piştî operasyona eskerî agir bi zevî û çandiniyê welatiyan ket. Piştî agir bi zeviyên welatiyan ket, hemû zad û zeviyên welatiyan ên çandî şewitîn. Dîsa bax û bostanên welelatiyan tev şewitîn û bûn xwelî. Welatiyan diyar kirin ku dema agir bi zad û zeviyên wan ket xwestin vemirînin, lê eskeran destûr nedane wan ku biçin mudaxale bikin û vemirinin. Welatiyan destnişan kirin ku piştî serî li Qeymeqamiyê dan û şûnde ligel yekîneyên şaredariyê yên agirkujiyê çûn herêmê û agirê bi zeviyan ketibu vemirandin.