Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt 2017-11-21 11:23:11 SÊRT – Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Navçeya HDP’ê ya Dihê ve girt û dest danî ser nivîstekên fermî.  Polîsan duh danê sibê bi ser avahiya Rêxistina Navçeya HDP’ê ya Dihê ve girtin. Hat îdiakirin ku serdegirtin bi hinceta gilîkirinê pêk hatiye. Di lêgerîna avahiyê de polîsan dest danî ser hemû nivîstekên fermî yên HDP’ê. Piştî lêgerînê Rêveberê HDP’a Dihê Senaddîn Tîmurtaş birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û piştî îfadeyên wî hatin girtin di saetên êvarê de hat berdan.