Girtî Sedat Atsiz sewqî Boluyê kirin 2019-06-29 10:00:07 AMED – Sedat Atsiz ê 26 sal in girtî ye ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hat kirin.      Rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê ji doza PKK’ê Sedat Atsiz ê ji sala 1994’an ve girtî ye sewqî Girtîgeha Tîpa F a Boluyê kirin. Hat zanîn ku Adsiz bê hincet di 28’ê Hezîranê serê sibê Atsiz sewq kirine. Atsiz heta niha emeliyata apandîsît, emeliyata anjiyo û emeliyata roviya bûye û hêj nexweşînên wî yên cuda hene. Tevî ku malbata Atsiz ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê re daxwaznameya bila sewq nebe jî şandine, lê li gel vê yekê jî Atsiz sewq kirine.  Atsiz ê ji Adara 1994’an vir ve girtî ye heta niha li girtîgehên Mûş, Tekîrdag û Amedê maye. Atsiz herî dawî ji Girtîgeha Tekîrdagê di sala 2015’an de sewqî Girtîgeha Amedê dikin.