3 sal û mehek ceza dan Dûymak a hevjînê xwe di jêrzemînên Cizîrê de winda kir 2019-06-29 09:59:37 ŞIRNEX - Li ser îfadeya şahidekê, 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li Lutfiye Dûymak a hevjînê xwe Mahmût Dûymak ê di jêrzemînên Cizîrê de winda kir birîn.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, dayika  5 zarokan ku yek jê 3 saliye Lutfiye Dûymak di 20’ê Adara 2018’an de hat binçavkirin û piştî 6 rojan dibin çavan de ma sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê derbarê Dûymak de biryara girtinê da. Duymak li ser îtîraza hat kirin, hat berdan.    Hevjînê Dûymak, Mahmût Dûymak ê 51 salî di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê, di 14’ê Kanûna 2015’an de, di jêrzemîneke malekê de bi gelek kesan re hatibû şewitandin û kuştin. Serdozgeriya Komarê  ya Şirnexê dûre derbarê Lutfiye Dûymak de bi sûçdariya “Bi zanebûn alîkarî û piştgirî dayîna rêxistinê” îdîaname amade kir.    TEKANE DELÎL: ŞAHIDEKÊ KU TESLÎM BÛYE    1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdîaname qebûl kir û 2’yemîn danişîna Dûymak pêr hat dîtin. Dûymak beşdarî danişînê nebû. Parêzera Dûymak Newroz Ûysal di danişînê de amade bû. Dozger, îfadeyên Îlyas Kûrt ê di Deriyê Sînor ê Xabûrê re teslîm bû weke hincet nîşan da û xwest Dûymak bi sûcdariya “Bi zanebûn alîkarî û piştgirî dayîna rêxistinê” bê cezakirin.    DADGEHÊ 3 SAL CEZAYÊ GIRTÎGÊ DAYÊ   Parêzer Newroz Ûysal, di parastina kir de daxwaza beraeta Dûymak kir. Lê dadgehê bi heman sûcdariyê 5 sal cezayê girtîgehê li Dûymak birî. Dadgehê dûre ev ceza daxist bin 2 sal û 6 mehan. Dadger piştî re ev ceza kêm dît, dîsa ceza zêde kir û cezayê Dûrmak kir 3 sal, mehek û 15 roj. Dadgehê rêya îstînafê vekirî hişt û şertê kontrola edlî ya dabû Dûymak rakir.   PRZ. ÛYSAL: ÎFADEYÊN BI NANOK SERERAST NEKIRIN   Parêzera Dûymak Newroz Ûysal, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Tekane delîlên di dosyayê de, îfadeyên şahidê bi navê Îlyas Kûrt e. Li gorî rê û rêbazê lêpirsîn bi rêve ne birin. Di dema lêpirsînê de, pirsên ne li gorî hiqûqî pirs kirin. Me xwest nanokiyên di îfadeya şahid de bên sererast kirin, lê dadgehê cara duyemîn ev daxwaza me red kir. Bi hinceta îfadeyên yek kesî ceza dan. Di salên dawî de ji xwe ev bûye rêbazeke sereke. Ji ber vê dadgehên bilind, biryarên wiha pir xemgîn didin.”     Ûysal, da zanîn ku ji bo ev biryar bê betalkirin, dê serî li Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Dîlokê bidin.