'Divê îtifaqa demokrasiyê dewam bike' 2019-06-29 09:11:06 STENBOL - Stenboliyên ku di hilbijartina 23'yê Hezîranê de çûns er sindoqê, diyar kirin ku li Tirkiyeyê dem dema guherînê ye û xwestin tifaqa demokrasiyê dewam bike.  Di hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê de Ekrem Îmamoglû bi ferqeke nêzî 800 hezar dengî careke din bû Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê. Stenboliyan, xwest tifaqa ji bo demokrasiyê dewam bike.    DESTEKA HDP'Ê    Gulten Kizilveren, bilêv kir ku zimanê cihêkariyî û dîkekirinê zirarê dide gelên Tirkiyeyê û got: "Em ê hemû bi hev re, bi awayekî yekpare, di nav biratiya cîhanê de li Tirkiye û Stenbolê bibin yekpare. AKP'ê cihêkarî berbelav kir; bêbextî, dewre,... Lê belê êdî mirov rastiyê dibînin." Kizilveen, bal kişand ser stratejiya HDP'ê û twîttên Selahattîn Demîrtaş jî û got: "HDP'ê destekeke mezin da. ez dixwazim îtifaqa demokrasiyê dewam bike. Ji bo me heq, hiqûq, edalet û demokrasî beriya her tiştî tê. Ger mirov bi awayekîa dil bijîn, wê çaxê em ê hemû bi awayekî azad, serbixwe û demokratîk bijîn. Wê rûyê me tim bi ken be, em ê kêfxweş bibin. Wê her tişt xweştir bibe."    ‘DIVÊ ÎTIFAQA DEMOKRASIYÊ BIDOME'    Demet Boz jî, diyar kir ku AKP ji ber polîtîkayên xwe têk çûye. Boz, malavayiya hilbijêrên HDP'î kir û xwest îtifaqa demokrasiyê dewam bike.    Yûrdagul Şener jî anî ziman ku hilbijêrên HDP'î tevî hemû zext û zoriyan jî li ser sindoqê bersiva AKP'ê dane û got: "Heq bi ser ket, hiqûq bi ser ket. Pêşeroja zarokên me bi ser ket." Şenerjî xwest îtifaqa demokrasiyê dewam bike.    ‘EGER FAŞÎZM HEBE DIVÊ HEMÛ HÊZ BIBIN YEK'    Mert Işiktaş ê 18 salî jî got: "Eger faşîzm hebe divê hemû hêz bibin yek. Em kêfxweş in, bihêvî ne." Her wiha Işiktaş jî bal kişand ser stratejiya HDP'ê û got: "Divê îtifaqa demokrasiyê ya bi HDP'ê re dewam bike. Bawer dikim ku wê Îmamoglû hemû daxwazên gelên Tirkiyeyê pêk bîne."    ‘ME JI BO DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN DENGÊ XWE DA'    Îlyas Nayman ku got me ji bo demokrasî û mafên mirovan dengê xwe da îtifaqa demokrasiyê, diyar kir ku hilbijêrên HDP'î ji bo îtifaqa demokrasiyê veguhere îtifaqeke berdwamiyî dengê xwe dane Îmamoglû û got: "Wê her kes para xwe ji mafên mirovan, heq û hiqûqê û ji wekheviyê bigire. Em dixwazin Laz, kurd, tirk her kes wkehev bin. Îmamoglû bal dikişîne ser vê, lê AKP welat kir du perçe. Loma em dixwazin îtifaqa demokrasiyê dewam bike."    Erdal Aydemîr jî destnîşan kir ku êdî dem dema guherînê ye û welatiyê bi navê Harûn Taşçi jî anî ziman ku divê îtifaqa demokrasiyê dewam bike û got: "Li xizmetên AKP'ê binerin. Ma ji bo mirovan xizmet kirine? Qet alîkariya mirovan nakin." Taşçi, ji bo stratejiya HDP'ê jî got, desteka HDP'ê di warê demokrasiyê de destekeke pir baş e û ew dixwazin ev îtifaq dewam bike.