ATK'ê polîsê Hantaş kuşt tespît nekir 2019-06-29 09:09:31 AMED - Saziya Tiba Edlî, di dîmenên der barê kuştina Recep Hantaş de, polîsê ku Hantaş kuştiye tespît nekir.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo polîsê ku Recep Hantaş kuştiye bê tespîtkirin dîmenên dema kuştina Hantaş ji Saziya Tibî ya Edlî (ATK) re şandibû. Lê belê ATK'ê di rapora xwe de diyar kir ku polîsê ku Hantaş kuştiye nehatiye tespîtkirin.    ASAYÎŞÊ TESPÎT KIR LÊ ATK'Ê TESPÎT NEKIR    ATK'ê, polîsên li cihê bûyerê ji hejmara 1'ê heta ya 5'an tesnîf kiriye. Di analîzên dîmenî yên ATK'ê de, koma Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Emniyeta Amedê, polîsê bi navê K.B. ku bi hejmara 5'an hatiye nîşandan wekî 'gumanbar' tespît kiriye.    ATK'ê, di rapora xwe de bilêv kir ku hemû gule ji mesafeyeke dûr (75-100 metre) hatine berdan. Di dîmenan de hat diyarkirin ku polîsê hejmara wî 3 ye çek ber bi îstiqameta Hantaş, yê hejmara wî 4 e ber bi hewayê ve û yê hejmara wî 1 e ber bi lingên wî ve berdide. Di rapora ATK'ê de, polîsê bi navê K.B. ku hatibû girtin û demek berê hatibû berdan, di îstiqameta Hantaş de ye. Di raporê de K.B., di kareyên dîmenan de di kareya 8492'yan de ber bi jêrê ve, di kareya 8494'an de ber bi lingê Hantaş ve berdide.    PIŞTÎ ÇEKBERDANA K.B. 2 SANIYE ŞÛNDE DIKEVE ERDÊ    Her çend di raporê de tê diyarkirin ku piştî çekberdana K.B. Hantaş tev digere jî, lê belê piştî çekberdanê 2 saniye şûnde dikeve erdê. Yanî piştî çekberdana K.B. ya di kareya 8494'an de tê dîtin ku Hantaş di kareya 8597'an de dikeve erdê. Lê belê di rapora ATK'ê de nayê diyarkirin ku Hantaş piştî çekberdana K.B. 2 saniye şûnde dikeve erdê.    ATK, ji bo kareya 8513'an ku kareya dawî ye û Hantaş bi awayekî zelal tê de dixuyê, destnîşan kir ku ji xeynî K.B. li cihê bûyerê her 4 polîsên din berê çekên xwe nedane Hantaş û got: "Polîsê jimara wî 5, li kêleka rastê ya paş Hantaş pozîsyona xwe girtiye lê blê ji ber ew kare ne pir zelal e nehat tespîtkirin ku polîsê jimare 5 çek berdaye an bernedaye..."    MA / Aydin Atay