ROJEVA 29'Ê HEZÎRANÊ 2019-06-29 09:00:19 * Ji derdorên herî zêde tesîrê ji krîza aborî digirin yek jê jî kesên teqawidbûyî ne. Kesên teqawidbûyî diyar kirin ku ji bo debara xwe bikin ji her tiştî kêm kirine.  * Di 7 mehên dawî de li Mêrsînê 8 jin hatin kuştin. Rêxistinên jinan ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku ji bo rê li ber cinayetan bê girtin divê bi beşdarbûyîn hemû rêxistinên jinan toreke hevpar û yekîtiya refleksî pêk bê.    * Saziya Tiba Edlî, di dîmenên der barê kuştina Recep Hantaş de, polîsê ku Hantaş kuştiye tespît nekir.    * Ercan Altûntaş, Dayikên Kitanspî yên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de her roj nobet digirtin û tevî hemû zext û zoriyan jî terka qadan nedikirin, xêz kir. Altûntaş, dibêje: "Min xwest li gor ruhê demê tev bigerim û wijdanekî biafirînim."    * Stenboliyên ku di hilbijartina 23'yê Hezîranê de çûns er sindoqê, diyar kirin ku li Tirkiyeyê dem dema guherînê ye û xwestin tifaqa demokrasiyê dewam bike.    * Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku polîtîkayên cihêkariyê yên AKP'ê gel ber bi lêgerîneke nû ve hêl kiriye û got: "Divê eniya demokrasiyê û partiyên muxalefetê bên cem hevdu û divê em li gor pêdiviyên Tirkiyeyê ji bo qanûneke bingehîn a nû demidlest gavina bavêjin."   * Rêveberê Şaxa SES'ê ya Rihayê Muslîm Saraçoglû, bilêv kir ku li Rihayê ji 2 xebatkarên tenduristiyê yek jê tim bi mobîngê re rû bi rû dimîne û tekane çare jî rêxistinbûyîn e.    * Meclîsa Jinan a HDP'ê “Ji bo azadiya xwe em rêxistina xwe mezin dikin" wê li navenda giştî Egitim Sen7ê konferansê pêk bîni. (10.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 744'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. (12.00)   *  Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan wê li Amed û Êlihê çalakiyên şemiyê berdewam bikin. (12.00)   * Rêxistinên civakî yên Amedê wê li Cemiyeta Rojnamegeran a Sumerparkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.30)