7 kes hê jî di bin çavan de ne 2019-06-28 17:12:12 RIHA - Emdama Meclisa Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Ablay û 6 kesên ku pê re duh hatibûn binçavkirin hê jî li Miduriyeta Polisan a Rihayê tên girtin.    Polisan duh li taxa Mehmet Akîf Ersoy a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi ser mala Emdama Meclisa Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Ablay de girtibû û ew binçav kiribûn. Di serdegirtinê de polisan bi Ablay re dayika wê Sevîm, bavê wê Mûhlîs û birayên wê Baran û N.Z.B (16); Mehmet Sadik Şîmşek, Kays Işik û Bûrhan Acar jî binçav kiribûn.    Her heft kesên ku bi hinceta "bi zanebûn û dilxwazî piştgirî dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin, biribûn Miduriyeta Polisan a Rihayê. Parêzerên ku bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîn ragihandin ku rewşa wan tenduristiyê baş e û li benda girtina îfadeyên xwe ne. Hat ragihandin ku kolandina bi kepçeyê hatiye kirin jî ji bo lêgerîna cebilxaneyê hatiye kirin.    Piştî bûyerê Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu çibûn mala Ablay ku diwarê wê hatibûn hilweşandin û li hewşa wê bi kepçeyê hatibû kolandin û vekolîn kiribû. Surucu ragihandibû ku polisan amûrên malê ji hev belavkirine û Qurana Pîroz avêtine bin pêyê xwe. Surucu destnîşan kiribû ku tiştên ku hatine kirin dê nikare bi tu şertên hiqûqî bê aşkerakirin.