Di hefteya 90’emîn de qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn 2019-06-28 17:03:09 ENQERE – Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet di meha 90’emîn a Komkujiya Roboskî de daxwaza edaletê dubere kir û diyar kir ku ew ê li dijî hemû şer û şideta mafên mirovan û azadiya wan ji holê radike têbikoşin.    Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet bi wesîleya hefteya 90’emîn a Komkujiya Roboskî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterê HDP’ê Murat Çepnî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Endama ÎHD’ê Sîbel Perçînel daxuyanî xwend.    ‘2 HEZAR Û 740 ROJ DERBAS BÛN LÊ EDALET PÊK NEHAT’    Perçînel anî ziman ku piştî komkujiyê tevî ku 2 hezar û 740 roj derbas bûn jî hêj edalet pêk nehatiye û tişta qewimî destpêka astengkirina li pêşiya edaletê bû. Perçînel da zanîn ku kujer bi tu awayî nehatin cezakirin û xwestin malbat dev ji têkoşîna xwe berdin. Perçînel destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû şer û şideta mafên mirovan û azadiya wan ji holê radike têbikoşin.    Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî diyar kir ku heta edalet pêk were û ji kujeran hesab bê pirsîn dê têkoşîna berdewam bikin.