Bi derfetin xwe birayên ku fetisîn ji avê derxistin 2019-06-28 16:57:43   MANÎSA -  Hamît Toktaş û birayê xwe Alî Toktaş ku ji bo hinêkbûnê duh ketibûn Bendava Demîrkopruyê, fetisîn. Hevalên birayên Toktaş diyar kirin ku ekîbên AFAD'ê nehatine cihê bûyerê û wan bi derfetên xwe cenazeyê birayên Toktaş ji avê derxistine.    Hamît Toktaş ku salên dirêj di Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê de rêveberî kir û birayê wî Alî Toktaş, duh li gundê Emîrbey ê navçeya Salihlî ya Manîsayê ji bo hênikbûnê ketibûn Bendava Demîrkopruyê, fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Hevalê birayên Toktaş Fehmî Tekîn nûçeyên ku di çapameniyê weke cenazeyê birayên Toktaş ji aliyê AFAD'ê ve ji avê hatine derxistin, derewand û diyar kir ku bi bi tu awayî ekîbin AFAD'ê nehatine cihê bûyerê û cenazeyê birayên Toktaş wan bi derfetên xwe ji avê derxistine. Tekîn di berdewamê de ev tişt got: "Dema em çûn cihê bûyerê tenê çend leşker hebûn. Ji bo derxistina cenazeyan tu hewldan tunebûn. Em heval û xizmên Toktaşan ku ji taxê çibûn, bi derfetên xwe me cenazeyan ji avê derxist." Hat ragihandin ku cenazeyê birayên Toktaş ji bo otopsiyê rakirina Tipa Edlî ya Îzmîrê.