Li Şırnexê agir bi daristanê dora qereqolê ket 2019-06-28 16:46:23 ŞIRNEX - Li Şirnexê agir bi daristanê dora Qereqola Akçay a li Çiyayê Gabarê ket. Li herêma Çiyayê Gebarê yê Şirnexê agir bi daristanê dora Qereqola Akçayê ket. Piraniya darên li herêmê şewitîn bûn xwelî. Li gel vê yekê jî hê mudaxaleyê agir nehatiye kirin. Ji ber vê yekê çavkaniyên li herêmê diyar dikin ku leşkeran bi zanebûn agir berdane daristanê.