Cîhan Aydin: Dixwazin cînayeta Elçî di tariyê de bihêlin 2019-06-28 16:45:18 AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de tê lidarxistin axivî û got: “Ferasetek ku dixwazin cînayeta di tariyê de bihêlin heye.”    Baroya Amedê di hefteya 182’yemîn de ji bo kujerên Serokê berê yê Baroyê Tahîr Elçî yê di mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin derkevin holê çalakî li dar xist. Serokê Baroyê Cîhan Aydin, akademîsyen Kerem Altiparmak, nûnerên rêxistinên civakî û gellek parêzer beşdar bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.    'DIXWAZIN CÎNAYETÊ DI TARIYÊ DE BIHÊLIN’    Di çalakiyê de ewilî Cîhan Aydin axivî û bi bîr xist ku çalakiya bîranîna Elçî di hefteya 182’yemîn de ye û ev doz û lêpirsîn di warê demokrasiya Tirkiyeyê de wek kaxizê turnusol nîşan dide. Aydin anî ziman ku 43 meh in ew hêj li cihê destpêkê ne û lê tevî hemû hewldanên wan û rêxistinên mafên mirovan jî heta niha tu tiştek diyar nebûye. Aydin diyar kir ku berpirsiyar li hember hewldana wan kerr, kor û lal mane û got: “Ferasetek ku dixwazin cînayeta di tariyê de bihêlin heye. Ev feraset ji a salên 1990’î ne cudatir e. Lê em ê vê cînayetê ronî bikin.”   DÊ TÊBIKOŞIN    Piştî Aydin, akademîsyen Kerem Altiparmak jî axivî û diyar kir ku ew ê bi hevrêyên Tahîr Elçî re ji bo edaletê hewl bidin û dê ji bo kujer bêcezakirin nemînin têbikoşin. Altiparmak da zanîn ku nedîtina kujerên Tahîr Elçî hemû têkoşîna mafên mirovan binpê dike.    Piştî axaftinan parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakî qediya.