Li Newala Qesaba du viyadûk tên çêkirin 2019-06-28 15:48:49 ENQERE – Li Sêrtê ji ber rê di Newala Qesaban re hatibû derbaskirin hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Niha jî Wezareta Ragihandin û Binesaziyê du viyadûkan çêdike.  Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş derbarê viyadûkên dê li Newala Qesaba bê çêkirin pêşniyazpirs dabû Wezareta Ragihandin û Binesaziyê. Wezaretê bersiva pêşniyazpirsa Beştaş da. Di bersiva bi îmzeya wezîr Cahît Turhan hat dayîn de hat gotin ku xebata projeya du viyadûkên ji 530 metreyî pêk tên dewam dikin.    Beştaş di pêşniyazpirsê de anîbû ziman ku li Newala Qesaba gorên komî hene û li wê herêmê hêj hestî û parçeyên însanan derdikevin.