Dozên Hevserokê DBP’ê Arslan kirin yek 2019-06-28 15:18:47   AMED – Du dozên cuda yên bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê de vebûbûn kirin yek.    Bi hêceta ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan li dijî operasyona Efrînê daxuyanî da û di çarçoveya xebatên xwe yên siyasî de beşdarî rêzeçlakiyan bûye bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna 6’emîn a doza Arslan li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Arslan beşdarî danişînê nebû û parêzerên wî Cemîle Turhali Balsak û Şivan Cemîl Ozen amade bûn.    Di danişîna beriya niha de hatibû xwestin doza Arslan a li Sêrtê têbirêvebirin bi vê dosyeyê re bikin yek. Lê bersiv ji bo nivîsa muzakereya dosye bibe yek nehatiye dayîn.    Parêzeran xwest dosyeyên Arslan bibin yek.    Dozger jî daxwaz kir ku her du dosye bibin yek. Li ser vê yekê heyeta dadgehê biryara ku her du dosyeyên Arslan bibin yek da.