Namzetê Hevşaredarê HDP’ê Şengul hat binçavkirin 2019-06-28 14:18:46   MANÎSA - Namzetê Hevşaredariya navçeya Yûnûs Emre yê HDP’ê yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê hat nîşandan Fûat Şengul hatin binçavkirin.    Namzetê Hevşaredariya navçeya Yûnûs Emre ya Manîsa yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê hat nîşandan Fûat Şengul  bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin. Polîsan, di saetên serê sibê de bi ser mala Şengul de girtin û binçav kirin. Polîsên li mala Şengul lêgerîn kirin, dest danîn ser malzemeyên dijital.    Şengul ê hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Manîsa. Hat hîn bûn ku Şengul berê jî, gelek caran ji ber parvekirinên medya civakî hatiye binçavkirin û berdan.