Aydin: Em bang dikin ku daraz li gorî azadiya îfadeyê tev bigerin 2019-06-28 13:44:41 AMED - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê rapora mafê meş û xwepêşandanan a 4 mehên 2019'an bi raya giştî re parve kir. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku qedexekirin, astengkirin û mudaxaleya li dijî mafê meş û civînan, rê li pêş tundî û kaosên mezintir vedike û wiha got: "Em bang dikin ku dewlet dest ji van astengiyan berdin. Em dixwazin daraz li gorî azadiya ramanê û perspektifa adaya mafan nêzîk bibe."   Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê têkildarî “Rapora Azadiya Îfadeyê û Mafê Meş, Xwepêşandan û Civînan a 4 mehên ewil ên 2019'an a Herêma Amedê.” li eywana konferansê ya Tahir Elçî Navênda xizmetê ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên baroyê tevlî bûn.    Di civînê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî. Aydin dest nîşan kir ev rapor di encama gilîyên ji wan re hatine kirin, daneyên di çapemeniyê û çavdêriyên baroyê de hatiye amadekirin û wiha got: “Li gorî raporê meş û xwepêşandanên partiyên siyasî, Saziyên Sivîl ên Civakî û rêxistinên pişeyan nêzîkî hemûyan hatine qedexe kirin. Polîsan di gelek meş û xwepêşandanên de nêzîkatiyeke keyfî, hêzeke zêde xistiye meriyetê. Ev yek bi dîmenan ji raya giştî re hatine parvekirin.”    BI TAYBETÎ DAYIK RASTÎ MUDAXALEYÊN KEYFÎ HATIN     Aydin diyar kir ku bi taybetî dayikên çalakgerên greva birçîbûnê rastî muameleyeke keyfî û nêzîkatiyeke derveyî rûmetê hatin û wiha berdewam kir: “Dayikên Laçik Spî, ji aliyê polîsan ve li gelek bajarên Tirkiyê rastî muameleyeke nebaş û derveyî rûmetê hatin. Baroya me bi taybetî  di derbarê nêzîkatiya dayikên li Gebze û Amedê hatiye kirin serlêdana sûç kirin.”    Aydin destnîşan kir ku dema çalakiyên greva birçîbûnê de Polîsan bi çekan bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtiye û lêgerîn kirine û wiha got: "Di grevên birçîbûnê yên li avahiyê dihatin kirin gelek kes hatin binçavkirin. Daxuyaniyên ku bixwazin ber deriyê avahiyê bikin jî polîsan bi mertalan asteng kirin û ketin navbera nûçegihan û girseyê.” Aydin dest nîşan kir ku proserdura destûr stendinê bi awayekî hişk tê kirin û wiha got: “ Bi van sepanan mafê protesto kirinê bi temamî bê derfet dibe.  Nakokî di navbera vê prosedûrê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Makekanûnê de heye. Bi niyeteke nebaş mafê meş û xwepeşandanan û îfadeya fikran ji holê tê rakirin û bi lêpirsînan rastî tacîza darazê tê û tê krîmînalîze kirin. Meş û xwepeşandanên ku di nava xwe de tu sucî nehewînin, li hemberî polîsan tu tundî nebûyî , tenê ji ber muhalîfbûyînê meş û xwepêşandan hatine qedexe kirin, bi gaz û ava şid bikaranînê girse tê belavkirin.”   'QEDEXE KEYFÎ NE'    Aydin diyar kir ku prosedura destûrê, li dijî peymana DMME û AYM'ê ye û wiha got: "Prosedura destûrê bi nêta xerab dixin meriyetê. Bi vê yekê mafê daxuyanî, meş û civînan ji holê radikin. Mijarên ku bên lêpirsîn û lêkolînkirin bi tacîza darazê ji holê tên rakirin û tên kriminalizekirin. Çalakiyên ku qet ne sûc e û tundiyê li dijî polîsan pêş naxe jî bi awayekî keyfî tên astengkirin.  Çalakiyên ku rê li trafikê nagirin û xizmeta cemaweriyê asteng nakin qedexe dikin û bi bombeyên gazê, ava şid mudaxale dikin. Çalakiyên bi armanca polîtikayên hikûmetê yên aborî, civakî û siyasî rexne bikin tên li darxistin bi  piranî rastî mudaxaleyên hişk tên. Yên li dijî vê qedexeyê bertekên xwe anîne ziman jî li gorî xala 2911'an bi hinceta muxalif kiriye doz li wan hatiye vekirin û ceza li wan hatiye birîn. Di encamê de civîn, meş û xwepêşandan, mafê herî taybet û girîng ê azadiya ramanê ye. Qedexekirin, astengkirin û mudaxaleya li dijî vî mafê rê li pêş tundî û kaosên mezintir vedike. Divê dewlet dest ji van astengiyan berde. Em bang dikin ku daraz li gorî azadiya ramanê û perspektifa adaya mafan nêzîk bibe."