Ji ber ku di cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirt doz lê vekirin 2019-06-28 13:30:28 ŞIRNEX - Bavê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê polîsan kuşt û cenazeyê wî bi maşîneya zirxî ve kirin û kaş kirin Hasan Bîrlîk ji ber di merasîma cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirt doz lê hat vekirin. Yekemîn danişîna doza derbarê bav Hasan Bîrlîk û 8 kesên din de hatibû vekirin, hat dîtin û talûqkirin.  Polîsan li Taxa Dîcle ya Şirnexê, di 3’ê Cotmeha 2015’an de, Haci Lokman Bîrlîk ê 24 salî bi 28 guleyan kuştin û pişt re cenazeyê wî bi paş maşîneya zirxî ve kirin û li dû xwe kaş kirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dûre derbarê kesên beşdarî merasima cenazeyê Bîrlîk bûn de, dest bi lêpirsînê kir û îdîaname amade kir.    Îdîaname ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Di îdîanamê de ji bo bavê Bîrlîk Hasan Bîrlîk bi hinceta wêneyê kurê xwe hilgirtiye bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat xwestin ku bêceza kirin.   Dîsan ji bo Abbas Ozbey, Abdulhalik Ozcan, Bayram Erkan, Ramazan Baysal, Sadik Gungen, Saît Talay, Serhat Ugur û Ugur Kaya bi îdîya “Propagandeya rêxistinê kirin” û ji bo Halît Gungen jî hem bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hem jî “Gel tehrîkê kîn û dijmimnantiyê kirin” ceza hat xwestin.   DANIŞÎN TALOQÎ 22’YÊ MIJDARÊ HAT KIRIN   Yekemîn danişîna darbarê 10 kesan de hat vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Halît Gungen beşdarî danişînê nebû. Serhat Ugur bi SEGBÎS’ê beşdar bû û 8 kesên din jî li salona dadgehê amede bûn. Parêzer û xizmên kesên hatin darizandin jî doz şopandin.    Piştî danasîna nasnameyan, 9 kesan parastin kirin. Her 9 kesan jî, îdîayên derbarê xwe de red kirin û gotin ew tevlî merasîma cenazeyên xizmên xwe dibin.    Dadgehê piştî parastina parêzeran, danişîn dalûqî 22’yê Mijdarê kir.