Jina ku maşînê lê xist jiyana xwe ji dest da 2019-06-28 12:58:19 ŞIRNEX – Li taxa Konakê ya Cizîrê Hemsî Menter a ku pezê xwe ji aliyekî rê derbasî milê din yê rê kir, maşînê lê xist û jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Konakê ya Cizîra Şirnexê jina navê wê Hemsî Menter dema pezê xwe ji aliyekî rê derbakî milê din yê rê kir maşînê lê qeliband û jiyana xwe ji dest da. Menter, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Li gel Meter 15 mihên ku maşînê li wan qeliband jî mirar bûn. Cenazeyê Menter rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ajokarê ku li Hemsî û pezê wê qeliband navê wî nehat zanîn û piştre hat binçavkgirin.