Yegîn: Li Katalonyayê grev diyarker in 2017-11-21 10:22:32 STENBOL - Nivîskar û rojnameger Metîn Yegîn yê ji nêzîk ve welatên ku ji bo xweserî û azadiyê têdikoşin dişopîne, bal kişand ser têkoşîna Katalonya û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo demokratîkbûna tevahiya Îspanya pir girîng e.  Nivîskar û Rojnameger Metîn Yegîn yê li ser tekoşîna xweserî û azadiyê ya Katalonan û rewşa Tirkiye nerînên xwe parve kir. Yegin, bal kişand ser referanduma katalon a bû sedema krîzali Îspanyayê û wiha got: “Her netew xwedî maf e ku qedera xwe diyar bike. Hikûmeta navendî ya Îspanya refarndum li dijî qanûna bingehîn dît û betal kir. Qanûna Bingehîn ya Îspanya di sala 1978'an de di serdema serdestên aliyê Franco û serdestên li dijî Franco derketiye holê. Şapo Franco li ser vê qanûnê heye."    Yegin, destnîşan kir ku ji ber mafê her gelan heye pêşeroj û qedera xwe diyar bike heye, divê Îspanya jî hurmetê nîşanî biryara gelê Katalon bide û wiha got: "Ger ku demokrasî be divê qedera xwe pêşkêşî gelekî din nekin û her gel bi xwe pêşeroja xwe diyar bike."    Yegîn, destnîşan kir ku referandumê li ser dîrokê şopa xwe hişt û wiha got: "Referandum ji bo Katalonya serkeftinek e. Katalonya dê têkeve pêvajoyek nû. Ev dîsa di pêvajoya tekoşînekê re derbas dibe. Ji bo Katalonya ev pêvajo xelas nabe. Bi taybeti pêvajoyek nû dest pê dike. Ev têkoşîn ne tenê ji bo demokratîkbûna Katalonya ye. Ji bo demokratîkbûna Îspanya ye. Bi taybeti çalakiyên hilberînê radewistînin yên li Barcelona jiyan rawestand. Dîsa dê helwesta gelan diyarker be. Ji ber vê yekê ev pêvajo dê ne wisa hêsan be."