Jina ku daxwaza wê ya parastinê nehat qebûlkirin, hat kuştin 2019-06-28 11:45:00 MÊRSÎN - Zilamê binavê Mûrat C. li Mêrsînê, Fîlîz Kaplan a berî salekê hevûdu berda bûn, kuşt. Hat diyar kirin ku Kaplan pêştirîn, çûye qereholê û daxwaza parastinê kiriye. Lê ev daxwaza wê nehatiye qebûl kirin.    Li Mêrsînê, zilamê bi navê Mûrat C. Fîlîz Kaplan (42) a berî salekê hevûdu berdan bûn kuşt. Fîlîz Kaplan, dema ji mala xwe ya li Taxa Tûrgût Turkalp a navçeya Toroslarê diçû Zanîngeha Mêrsînê ya li ê dixebitî, rastî êrîşa Mûrat C. hat. Ekîbên tenduristiyê yên li ser agahiya welatiyan hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Kaplan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê cenazayê Kaplan rakirin morga Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê. Mûrat C. ê piştî bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.   Xizmên Kaplan ên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku ji ber ku Mûrat C. gef li Kaplan dixwar, daxwaza parastinê kiribû û wiha bertek nîşan dan: “Gelo piştî mirina wê, dê parastina wê bikin.”   Bi kuştina Kaplan re, li Mêrsînê di 7 mehên dawî de 8 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.