Girtiyên greva birçîbûnê bi dawî kirin, bi heftana sewqî nexweşxanê nayin kirin 2019-06-28 11:25:11 WAN – Parêzer Ekîn Yeter a bi muwekîlên xwe re hevdîtin kir, anî ziman ku girtiyên çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin, hîna sewqî nexweşxanê nehatine kirin û bi heftane li benda sewqkirina nêxweşxaneyê ne.    Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa T ên Wanê, 312 girtiyên bi armanc rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di demên cuda de ketin greva birçîbûnê û piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn, hîna jî li bendêne ku sewqî nexweşxanê bên kirin. Rêveberiya girtîgehê piştî bi dawî kirina grevên birçûbûnê, du bijişkên daxiliyê û  diyetisyeni anîn girtîgehê û girtî kontrol kirin. Dûre hat diyar kirin ku dê li gorî encamên tehlîlan girtiyan sewqî nexweşxanê bikin. Lê ligel vê yekê jî girtî, bi heftane li benda sewqên nexweşxaneyê ne. Parêzer Ekîn Yeter a darbarê mijarê de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kir, anî ziman ku piraniya girtiyan nehatine sewq kirin û li benda rêza sewqê ne.    Parêzser Yeter, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa T ên Wanê, 312 girtiyan di 26’ê Gulana 2019’an de dawî li greva birçîbûnê anîn. Girtî di polîklînîka semt a girtîgehê de hatin muayene kirin û tehlîlên wan hatin girtin. Dûre ji bo wan hat gotin ku dê sewqî nexweşxanê bên kirin. Ligel vê jî hîna gelek girtî li benda sewqê ne.”   Yeter, da zanîn ku divê demildest girtî bên sewqkirin û li nexweşxanê bên tedawîkirin.