Dayika Medenî Yildirim: Hêviya min ji adaletê nemaye 2019-06-28 11:19:34 AMED - Dayika Medenî Yildirim ku li Liceyê di çalakiya şermezarkirina kalekolê de bi guleya leşkeran hat kuştin Fahriye Yildirim diyar kir ku ligel ku 6 sal di ser bûyerê re derbas bûye jî tu pêşketin çênebûye û ji ber vê sedemê hêwiya min ji adaletê nameye.  Medenî Yildirim di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê di çalakiya şermezarkirina çêkirina kalekolê de bi guleya leşkeran hat kuştin. Di vê bûyerê de 8 kes bi Yildirim re birîndar bûn. Piştî bûyerê ji ber bertekên zêde Wezareta Karên Hundir ji bo lêpirsînê pişkînerên mulkiyeyê şandibû Liceyê. Di rapora ku ji aliyê pişkîneran ve hatibû amadekirin de Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Hêzanê Mustafa Ozturk gotibû ku fermana guleberdanê wî daye. Serdozgeriya Komarê ya Licê ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin, bi biryara 'bêerkiyê' dosyayê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandibû. Angaştnameya ku biryara nepeniyê li ser hebû piştî bûyerê di sala duyemîn de hatibû amadekirin. Tenê derbarê leşker Adem Çîftçî ku wek bersûc dihat nîşandan de bi sûcdariya 'Di bin navtêdana bêhiqûqî de kuştina bi zanebûn' 18 sal ceza hatibû xwestin. Li gel rapora pişkîneran jî navê leşkerên li qereqolê peywirdar bûn û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Hêzanê Mustafa Ozturk ku biryara guleberdanê dabû di angaştnameyê de derbas nedibû.    LI BENDA RAPORA ATK'Ê YE   Heftemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê derbarê bersûc Çîftçî de bi hinceta ku "delîla teqez û pêbawer ên derbarê sûcê kiriye de" tuneye, di 8'ê Mijdara 2016'an de biryara beratê dabû. Daîreya Yekemîn a Dadgeha Adliya Herêmê ya Dîlokê bi binasiya ku bi awayekî têrker lêpirsîn û vekolîn nehatiye kirin, di sala 2017'an vê biryarê xera kir. Piştî vê biryarê di 21'ê Kanûna 2017'an de careke din rûniştinên darizandinê dest pê kirin û tevlîbûna mecbûrî ya Çiftçî ya van rûniştinan hat rakirin. Heyeta dadgehê derbarê raporên qeydên deng û dîmenên ku di dosyayê de cih digirin, ji ber ku ji aliyê pisporên TRT'ê ve nehatibûn amadekirin, biryar dabû ku rapora pisporan ji TUBÎTAK û ATK'ê bên girtin.   'TİTŞEK JI DERKETİNA RASTIYÊ YA HOLÊ XWEŞTIR TUNEYE'   Dayika Yildirim Fahriye Yildirim têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku piştî 6 mehan ji bo lêpirsîne bûyerê hatine guhdarkirin û wiha got: "Piştî ku îfadeyên me girtin doz hat vekirin. Di nav salekê de ji bo bersûc dozê bi beraatê girtin. Di rûniştina yekemîn a piştî biryara jinûve darizandinê de dozger tiştek ji me nepirsî. Ji bersûc Adem Çîftçî ku bi SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bûbû jî helwesta wî ya derbarê biryara hatiye dayîn pirsî. Li gel ku gelek leşkeran guleyên xwe berî hewa dane jî kujer hedef girtiye û gule berdaye. Hêviya min ji adaletê nemaye. Tiştek ji derketina rastiyê ya holê xweştir tuneye."   Dayik Yildirim banga şopandina dozên kesên ku hatine kuştin û xwedîderketinê li civakê kir û ev tişt got: " Em ê qet di paşde gav neavêjin. Her paşde gav avêtinek dê zilmê zêdetir bike."    MA / Aydın Atay