Wê Mazlûm Erencî li ser gora wî bibîr bînin 2019-06-28 09:12:25 AMED - Dayika rojnamevan Mazlûm Erencî, Remziye Erencî, diyar kir ku hîn jî êşa wê wekî roja ewil e û wexta kurê wê rojnamevantî dikir digot divê gel bê agahdarkirin û ji bo vê tevî hemû zext û zoriyan jî dixebitî.  Di 14'ê Tîrmeha 2009'an de li Amedê, ji ber porê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû kurkirin gel ev pêkanîn li Parka Koşûyolûyê şermezar kiribû. Hatibû îdiakirin ku Mazlûm Erenciyê 16 salî jî di nav vê protestoyê de cih girtiye û ji ber vê Erencî hatibû girtin û 7 sal û 15 meh û 20 roj ceza lê hatibû birîn. Erencî zêdetirî 9 mehan di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de mabû. Dosyeya Erencî ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. Paşê ji ber di Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê de hin guherîn çêbûn, Erencî di 22'yê Nîsana 2010'an de hat berdan.    Erencî, piştî ji girtîgehê derket demekê di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de ku bi KHK'ê hat girtin, xebitî.    Erencî, di 29'ê Hezîrana 2001'an de li Çemîzgezeka Dersimê jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Remziye Erencî, bilêv kir ku 7 sal derbas bûne lê belê hîn jî êşa wan wekî roja ewil e. Dayik Erencî, diyar kir ku di temenekî biçûk de kurê wê bûye rojnamevan û di nav çapemeniya azad de cih girtiye û got: "Pêşî rojname belav kirin û paşê bû rojnamevan. Di wî emrê xwe yê biçûk de, di dest wî de rojname û li kuçe û kolanên Amedê digeriya û rojname belav dikirin. Di dema belvakirinê de gelek caran polîsan gef lê xwar û taliyê hat girtin.    WÊ BÊ BIBÎRANÎN    Dayik Erencî, bilêv kir ku wexta kurê wê rojnamevantî dikir digot divê gel bê agahdarkirin û ji bo vê tevî hemû zext û zoriyan jî dixebitî. Dayik Erencî, diyar kir ku wê Erencî roja 29'ê Hezîranê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a Amedê bê bibîranîn û hevpîşeyîn wî vexwand bîranînê.