Girtinek cuda 2019-06-28 09:11:49   AMED - Reyhan Temel a 56 salî ya ku nexweşîna astimê ye, Li Navçeya Berwariyê ya Sêrtê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Hat îdîakirin ku Temel ji ber wêneyê ku di pêvajoya çareseriyê de bi kurê xwe yê HPG'î re kişandiye hatiye girtin.  Reyhan Temel  a 56 salî, ya nexweşa astimê ye û ji gundê Kopruçay ê Berwariya Sêrtê ye, piştî taziyeya kurê xwe yê di operasyona Xakurkê de di 29'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da dema xwest ji Edeneyê biçe Sêrtê di 11'ê Hezîranê de hatibû binçavkirin û paşê hat girtin. Temel ku hefteyekê di bin çavan de ma, di binçavkirinê de dermanên wê nedabûnê. Hat îdîakirin ku ji ber wêneyê ku di pêvajoya çareseriyê de bi kurê xwe yê HPG'î re kişandiye hatiye girtin.  Temel ku bi "alîkariya ji bo rêxistinê" hat tawanbarkirin, di îfadeya xwe de diyar kir ku wêne ê kurê wê Mehmet Zakîr Temel e lê jina di wêne de ne ew e û got: "Ez qet neçûme cem kurê xwe û wê qada geştê ya tê behskirin."