Li Girtîgeha Tarsûsê 100 girtî giliyê gardiyanan kir 2019-06-28 09:10:29 MÊRSÎN – Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Parêzer Îbrahîm Kaya, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê, piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê gardiyan tehde li girtiyan kirine. Kaya, dest nîşan kir ku ji ber îşkenceyê 100 girtî giliyê gardiyanan kiriye.  Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Parêzer Îbrahîm Kaya, di 21'ê Hezîranê de li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê hevdîtin bi muwekîlên xwe re çêkir û diyar kir ku muwekîlên wî gotine gardiyan ew îşkence kirine. Kaya, diyar kir ku piştî bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wexta girtiyan di 26'ê Gulanê de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirine, gardiyan bi zext û zoriyan bi ser wan de çûne, ew îşkence kirine. Kaya, anî ziman ku piştî grevên birçîbûnê bi dawî bûne zext û zorî zêde bûne û girtiyan gotiye: "Ji ber me tecrîd şikand û ji ber mafên me bi dest xistine ev îşkence pêk tê. Gardiyanên ku vê yekê hezm nakin em îşkence kirin."    GARDIYAN: EZ DEWLET IM ÇAWA BIXWAZIM EZ Ê WIHA BIKIM    Kaya, diyar kir ku herî dawî di 20'ê Hezîranê de gelek gardiyan avêtine ser qawîşê û bi postalên xwe pêl nivînên girtiyan kirin e û ji ber girtiyê bi navê Umît Tamûr li hember vê yekê derketiye gardiyanan ew îşkence kiriye û got: "Gardiyanek gotiye 'zilamê vira ez im, ez dewlet im, çawa bixwazim ez ê wiha bikim...' Li ser vê munaqeşe çêbûye û 30-40 gardiyan avêtine ser qawîşê û serê Tamûr li nêrdewanê xistine û bi pehînan lê dane. Paşê wî bi erdê ve kişandine û ji qawîşê derxistine û birine cihekî kamera lê tune ye. Gardiyanan ji Tamûr re gotiye 'gava din te dizanibû xeber bide, çima tu niha xeber nadî.' Ev hemû li ber çavê sergardiyan pêk tên."    GIRTIYAN GILIYÊ GARDIYANAN KIR    Kaya, diyar kir ku ev êrîş, êrîşeke plankirî û sîstematîk e û piştî vê bûyerê muwekîlên wî jî di nav de nêzî 100 girtî li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê giliyê gardiyanan kiriye. Kaya, anî ziman ku ew ê şopdarê vê bûyerê bin û ji bo gardiyan bên darizandin ew ê tev bigerin.    MA / Ergin Çağlar