Sîbera daran li dijî germa zêde derman e 2019-06-28 09:08:04 AMED – Li herêmê di rojên dawî de pîleya germê zêde bû. Ji ber germahiyê mirov berê xwe dide cihê hênik. Li Amedê jî mirov li ber siya darên li parkan hewl didin xwe ji hewaya germ biparêzin.  Di rojên dawî de li herêmê pîleya germahiyê zêde bû. Li Amedê û gelek bajarên herêmê germahiya ji nişka ve destpê kir mirovan bêzar dike. Rêjeya germê li Amedê li dora 41, li Êlihê 42, li Mêrdînê 39, li Sêrtê 40, li Rohayê 43 û li Şirnexê 37 pileyan tê guhertin. Herî zêde karkerên çandiniyê dikevin bin bandora germahiya zêde. Li navenda Amedê, welatî ji bo xwe ji germahiyê biparêzin berê xwe didin ber siya darên li park û baxçeyan.    ‘EM NIKARIN LI MALÊ BISEKININ'    Aydin Kose, diyar kir ku berê Amed ev qasî ne germ bû û ji ber vê germahiya zêde êdî nikarin li malê îdare bikin. Kose, got: "Bi zêdebûna germahiyê êdî tam serwext bûm ku bendav zirar in."    Sezaî Yaren jî destnîşan kir ku germahiya li Edeneyê li ber a Amedê ne tu tişt e û êdî nikarin 5 deqîqeyan jî li ber tavê bisekinin. Yaren, bilêv kir ku ew tim xwêdan didin û ji ber vê tim kincên xwe diguherînin û got: "Li Amedê ji ber çêkirina bendavan rêjeya rutûbetê zêde bûye. Ji ber vê germahî jî zêde bûye." Mehdî Tekîn jî got: "Betalî zêde bûye, her kes berê xwe dide deverên bisî. Ji xeynî vê tu derfeteke mirovan tune ye." Tekîn, diyar kir ku ji ber li herêmê çêkirina bendavan zêde bûye rêjeya rutûbetê jî zêde bûye û got: "Bi ser de jî germahî heye. Êdî mirov nikare îdare bike."    Tekîn, anî ziman ku ji ber betaliyê mirov berê xwe didin kuçe û kolanan û got: "Di malên gelek kesan de klîma tune ne. Ji ber ceryan jî zêde ye ji mecbûrî mirov heta dereng li parkan dimîne. Ji bo mirov hênik bibin divê hawiz bên çêkirin, tesîs bên avakirin."