8 sal şûnde li Kortekê komkujiya duyemîn 2019-06-28 08:30:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê şevê din qada Kortekê dîsa bombe kirin. Balafirên TSK'ê wesayitên sivîlên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê bombe kirin û 4 sivîl kuştin 5 kes ji birîndar kirin.    Balafirên şer ên TSK'ê piştî 8 salan carek din Kortek bombe kir. Di bombekirina balafirên şer de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê.Balafirên şer ên artêşa Tirk 21'ê Tebaxa 2011'an jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê kuştibûn.   Balafirên şer ên TSK'ê di 21'ê Tebaxa 2011'an li Kortekê bombe kiribûn. Di bombekirinê de yek jê pitik bi giştî ji heman malbatê 7 kes kuştibûn.