Kesê li Qoserê daran şikand hat binçavkirin 2019-06-27 16:51:43 MÊRDÎN - Kesê ku li Qoserê darên şaredariyê danîbûn xwe bi van daleqand û şikand, di çarçoveya lêpirsîna ku derbarî de hat destpêkirin, hat binçavkirin.  Kesê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê darên şaredariyê danîbûn xwe bi van daleqand û şikand, di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê wî de hat destpêkirin, ji aliyê polisan ve bi kamerayên ewlehiyê hat şopand û hat binçavkirin. Polisan kesê ku bi sucdariya "xesar daye malê cemaweriyê" binçav kirin, ji bo îfade girtinê birin Miduriyeta Polisan a Qoserê. Li bendê ye ku derkeve dozgeriyê.