Êrîşên li dijî Bîrdariya Komkujiya Enqereyê şermezar kirin 2019-06-27 16:33:18 ENQERE - Komeleya 10'ê Cotmehê ya Piştevanî û Aştiyê (10 Ekim-Der), têkildarî êrîşa li dijî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku di 23'ê Hezîranê de pêk hat, li pêş GAR'ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Komeleya 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakîncî Coşgun û Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bang li şaredariyan kirin ku biryarên xwe pêk bînin.  Komeleya 10'ê Cotmehê ya Piştevanî û Aştiyê (10 Ekim-Der) û malbatên 103 kesên di komkujiya Mîtînga Enqereyê ya Aştî û Demokrasiyê de jiyana xwe ij dest dan, têkildarî êrîşa li dijî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku di 23'ê Hezîranê de pêk hat, li pêş GAR'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Komeleyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan li pêş GAR'a Enqereyê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Nûnerên HDP'ê, EMEP'ê û nûnerê gelek rêxistinên civakî û demokratîk amade bûn. Li ber bîrdariyê girsê dirûşmeyên “10'ê Cotmehê ji bîr neke, nedin ji bîr kirin" û “Ne şer em aştiyê dixwazin" berz kirin. Hevseroka 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakinci Coşgun, diyar kir ku li dijî bîrdariya li ser "Ked Demokrasî û Aştiyê" nivîsiye 5 caran êrîş tên kirin û wiha got: "Bîrdarî her sal rastî êrîşan tê. Yên ji bo daxwazên xwe yên herî xweş bînin ziman li hev kom bûn rastî êrîşê hatin. Herî dawî li vir gihiştin hev. Komkujya Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê de komkujiyek ku wekî wê hêj pêk nehatiye."   Coşkun, anî ziman ku heta niha der barê 3 êrîşan de serlêdana sûc kirine û wiha got: "Di ser komkujiyê re 44 meh derbas bûn. Li hemû dora bîrdariyê kamere hatine bicih kirin. Kesê êrîşkar tevî ku piştî êrîşê îmzeya xwe avêtiye bîrdariyê jî hem nehatiye girtin û hem jî dîmenê wî jî li cem dozgeriyê tune ye. Tu cudahiya vê êrîşê û êrîşên DAIŞ'ê ji hev tune ye. "   Coşgun, herî dawî destnîşan kir ku wê der barê êrîşên din de jî serlêdana sûc bikin û wiha bi dawî kir: "Yên birdariya sembol tehamul nakin û yên piştgiriyê didin wan bi qasî hev sucdar in. 44 meh di ser de derbas bû. Tevî biryara şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê der barê êrîşan de şaredaran tu daxuyanî nedan. Divê rayedar demek berî demekê ji van êrişan re bêjin raweste. Heta niha diyalogên me bê encam man. Ev ne pêvajoyek ku bê ji bîr kirin û paşguhkirin. Em bang li Walîtiya Enqereyê jî dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik jî diyar kir ku ev sûc li dijî mirovahiyê pêk hatiye û 4 sal derbas bûn, lê hêj berpirsiyar nehatine dîtin û darizandin. Bozgeyik, anî ziman ku hêzên çete di nava dewletê de xwe bi cih kirine û kesên ev êrîş kirine nûnerê xwedî heman hişmendiyê ne. Bozgeyik, da zanîn ku Tirkiye her diçe ji dewleta hiqûqê dûr dikeve û wekî kesên aştiyê diparêzin dixwazin demek berî demekê gavan bavêjin." Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.