Ji bo tevlêbûna Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê bang 2019-06-27 15:11:07   QERS - Hevşaredarên Bajarê Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bilgen, civîna çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku di navbera 29-30'e Hezîranê de Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê li dar dixin. Hevşaredaran bang li her kesî kirin ku tev li mihrîcanê bibin.    Şaredariya Bajarê Qersê wê dawiya hefteyê mihrîcana çand û Rojhilat a Serhedê li dar bixin. Hevşaredarên Bajarê Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bilgen, civîna çapemeniyê li dar xistin û diyar kirin ku di navbera 29-30'e Hezîranê de Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê li dar dixin. Hevşaredaran bang li her kesî kirin ku tev li mihrîcanê bibin. Hevşaredar Şevin Alaca, diyar kir ku şaredariya Qersê 1'emîn Mihrîcana Çand û Rojhilat a Serhedê li dar dixe û xwest her kes tev li mihrîcanê bibe. Karaca, anî ziman ku wê mihrîcanê li Herêma Tabyalar a Karabagê ku wekî "Zozanê Qersê" tê  zanîn li dar xibin. Alaca, da zanîn ku wê di navbera Keleha Qersê û qada HunêÇem mihrîcanê li dar bixin. Alaca destnîşan kir ku Qers bi xweza, dîrok û çanda xwe cihekî pir xweş e û ev mihrîcan gavek yekemîn e li dar dixin. Alaca, da zanîn ku ji bo mihrîcana wan bê pirsgirêk derbas bibe xebatan dikin û dixwazin remzê mihrîcanê dîrok û koka Qersê bidin nasîn û wiha got: "Perperok guhertin û veguhertinê tîne ziman. Remza berfê jî 7 navçeyên Qersê û Bajaroka Bazarcixê tîne ziman. Alaca, herî dawî destnîşan kir ku wê di 29'ê Hezîranê Roja Şemiyê saet di 09.00’an de bi meşekê dest bi mihrîcanê bikin û di 30'ê Hezîranê roja Yekşemê saet di 09.00'da bi Kluba Çiyageran re biçin “40 tunel û hundirê çem" û li wir bigerin. Alaca, destnişan kir ku wê di bernameyê de ji muzîkê heta folklorê şahinên cuda bên li darxistin.    Hevşaredar Ayhan Bîlgen jî bang li her kesi kir ku tev li mihrîcanê bibin.