Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin 2019-06-27 14:50:12   WAN - Li navçeya Bêgirî ya Wanê keyayê gundê Sarimehmet Kemal Karagulle ji peywirê girtin.    Li Wanê piştî keyayê gundên Suphan Ayhan Komî û keyayê gundê Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr ji peywirê hatin girtin keyayek din jî ji peywirê hat girtin. Keyayê gundê Sarimehmet ê navçeya Bêgirî ya Wanê Kemal Karagulle, ji ber dozeke ku di sala 2017'an de derbarê wî de hat destpêkirin û hê jî didome, ji peywirê hat girtin. Keya Karagulle diyar kir ku di 25'ê Hezîranê de mohra wî ji hatiye standin û wiha got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de min ji 163 dengan 105 deng girtin. Mafê min hatiye xespkirin, Ez ê mafê xwe bipirsim."