Efrîniyên ku tên darizandin nehatin berdan 2019-06-27 14:12:33 HATAY - Di çaremîn rûniştina doza 11 efrîniyên ku ji aliyê OSO'yê ve hatibûn girtin û radestî MîT'ê hatibûn kirin de dîsa biryara berdanê derneket. Parêzeran diyar kir ku îfadeyên muwekîlê wan ji aliyê OSO'yê ve bi gef û îşkenceyê hatiye girtin.  Çaremîn rûniştina doza 11 efrîniyên sivîl ku ji aliyê OSO'yê ve li Efrînê hatibûn girtin û radestî MîT'ê hatibûn kirin, li Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê hat berdewam kirin. Çapameniya alîgir a di bin kontrola desthilatê de radestkirina efrîniyan weke "operasyoneke taybet" nîşan dabû û ji ber vê sedemê bi tewanbariya "hilweşandina yekitî û tevahiya dewletê û kuştina bi zanebûn" doz li wan hatibû vekirin. Di rûniştina ku parêzerên efrîniyan amade bûn de piştî diyarkirina nasnameyan, darizandin dest pê kir. Destpêkê sivîlên ku girtî tên darizandin mafê axaftinê girtin û tewanbariyên li hemberî xwe red kirin û daxwaz kirin ku bên beratkirin û berdan. Heyeta dadgehê biryar da ku axaftinên bi telefonan ên bi erebî û kurdî ji bo deşîfrekirinê ji pisporan re bê şandin.    Parêzerên ku parastin kirin dan zanîn ku efrînî 12 rojan ji aliyê endamên OSO'yê Ebû Saîd û Ebû Adnan ve hatine îşkencekirin û paşê radestî cendirmeyan hatine kirin. Parêzeran ragihand ku her yazdeh efrînî li Qereqola Cendirmeyan a Bajar a Hatayê jî ji aliyê Ebû Saîd û Ebû Adnan ve di îşkenceyên giran re hatine derbaskirin û ji bo îmzekirina îfadeyê bi hevjîn, dayik û zarokên xwe hatine tehdîtkirin. Parêzeran destnîşan kir ku muwekîlê wan ji ber van gefan  neçar mane ku îfadeyên hatine nivîsandin îmze bikin. Parêzeran herî dawî derbarê leşkerên ku tê angaştkirin ku ji aliyê efrîniyan ve hatine kuştin jî agahî da û ragihand ku leşker bi parçeyên şarapnelê hatine kuştin û tu eleqeya muwekîlê wan bi buyerê re tuneye û daxwaz kir ku muwekîlê wan bên beratkirin û berdan.    Dadgehê li gel van daxuyaniyên efrîniyan û parêzerên wan jî biryara berdewamkirin girtinê da û rûniştinê taloqî 17'ê Îlonê kir.