HDK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin 2019-06-27 13:36:26   STENBOL – HDK'ê têkildarî hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyanî da û diyar kirin ku ji sindoqan tişta hevî dikirin derketiye. HDK'ê xwest li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê mezin bikin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyanî da. HDK'ê anî ziman ku Bloka AKP-MHP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de bi destê YSK'ê darbe kirin û hilbijartina Stenbolê dubare kir û wiha got: “Di serî de gotin hilbijartin ‘Pirsgirêka bekayê ye' û wekî ‘Erêkirina Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê ye pênase kirin. Xwestin bi Stendina Stenbolê rê li pêş niqaşên rewatiya rejîmê bigirin. Lê tişta hêvî dikirin bi dest nexistin. Niha bloka îktîdara AKP-MHP'ê bû mijara niqaşê. Hilbijartina Stenbolê cara duyemîn ji rejîm û pergala Serokomariyê ya yek mirovî re got "Raweste." Îktîdarê carek din li dijî vîna gel a Stenbolê têk çû. Gel bi rêyek mezin ji talankirin û wêrankirina Şaredariya Stenbolê re got Raweste. Gel di hilbijartina 31'ê Adarê de û 23'ê Hezîranê de li dijî rejîma yek zilamî rawestiya. Gelan li dijî pergala faşizmê helwest û daxwaza xwe anîye ziman. BLoka AKP-MHP'ê li gelek bajaran şaredarî winda kir. Şaredariyên Bajarên mezin winda kirin. bi vê yekê Bloka AKP-MHP'ê û Tayyip Erdogan êdî rewatiya xwe winda kirin. Gelê me li dijî polîtikayên şer, terora dewletê, krîza aborî, betalî û astengiyên li pêş azadiya îfadey helwesta xwe nîşan da."      Daxwaza gel pêk hatiye. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Piştî tecrîda 8 salan a li Îmraliyê, di pêşengiya çalakiya Leyla Guven û girtiyên ketin greva birçîbûnê û hemû dayikên Laçik Spî de parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û deriyê Îmraliyê vebû. Di vê hevditinê de hat dîtin ku pêdiviya gel bi her awayî çiqas ji fikrên Brêz Abdullah Ocalan heye. Divê gelê me li dijî faşîzme, têkoşîna aştî, edalet wekhevî, demokrasî û azadiyê bêtir bilind û xurt bikin."