Di 24 salan de 11 caran hat sirgûnkirin 2017-11-21 09:29:36 ENQERE – Tahîr Temel ku 24 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Xarpêtê de ye, heta niha 11 caran hatiye sirgûnkirin.  Tahîr Temel ku di Girtîgeha Jimare 2’yan a Xarpêtê de ye, nameyek şand û balê kişand ser rewşa sirgûnkirinê ya bi OHAL’ê re zêdetir bûye.    Temel di nameya xwe de ev tişt gotin: “Berê ez li bajarê şoreşgerê mezin Kemal Pîr bûm (Gumuşhane). Di 29’ê Tîrmehê de ber destê sibehê bêyî ku hayê me jê hebe û hincet bê diyarkirin tevî min 30 kes sirgûnî girtîgehên jimare 1 û 2’yan ên Xarpêtê kirin. Di 27’ê Tîrmehê di bin navê lêgerînê de saet di 19.30’yî de lêgerînek pêk hatibû. Di avêtina ser qawîşê de kevirekî hesteyan jî nedîtin. Piştî lêgerînê nîv saet şûnde dîsa leşker hatin odeya me û xwestin em odeyê vala bikin. Dema hevalan sedema wê pirsî gotin ‘ferman a jorê ye.’ Ji bo provakasyoneke xwe nede der, hevalan ode vala kir. Di 28’ê Tîrmehê de atmosfereke awarte li girtîgehê hebû. Drone 24 saetan li ser girtîgehê diçû û dihat. Me nizanibû ji bo çî ye.”    Temel di nameya xwe de navên kesên sirgûnkirî parve kirin: “Em, kesên hatin ya Jimare 2’yan di dema kirariyên qebûlkirinê de tu pirsgirêk derneketin. Em du rojan di odeya rawestandinê de man. Di 31’ê Tîrmehê de me hemûyan xistin yên yekkesî. Niha di hucreya yek kesî de me. Navê kesên hatine ya Jimare 2’yan ev n; Tahir Temel, Bayar Ugurlu, M. Salih Erden, Adan Çaki, Mustafa Geylani, Çetin Altan, Kasim Sozen, Mahmut Çakmak, Emin Dogan, Necat Daniş û Azad Çiçga.   Navê hevalên hatin ya Jimare 1’ê ev in; Kutbettin Elbin, Serdar Şitilay, Metin Serhat, Bulent Akar, Ozay Ozer, Şerafettin Ozalp, Firat Nebioglu, Talip Kalin, Kaçak Demirci, Emrah Aba, Murat Çelik, Ozkan Dogan, Engul Tuncay, Murat Esen, Mesut Bagcik, Abdullah Şaşmaz, Leşkir Acar û Ender Taş.”   Temel di nameya xwe de wiha got: “Di zindanan de sîrkulasyoneke ewqas heye ku, carinan ji bo em xwe bigihînin hevalekî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Me bi vê nameyê cihê xwe deşîfre kir. Hêvîdar im, ev name nebe sedema sirgûneke din.”    Temel, di nameya xwe de diyar kiriye ku 24 sal in ew di girtîgehê de ye û heta niha 11 caran hatiye sirgûnkirin û ev tişt gotin: “Heta niha bi daxwaza xwe qet nehatime sewqkirin. Bi sirgûnên bi vî rengî min bi dehan girtîgeh dîtin; Mêrsîn, Elbîstan, Yozgat, Edene, Meletî dîsa Edene, Wan, Mûş û Gumuşhane. Herî dawî jî Girtîgeha Jimare 2’yan a Xarpêtê.”