DMME’yê ji bo zimanê sûryanî Tirkiyeyê neheq kir 2019-06-27 12:44:56   MÊRDÎN – DMME’yê ji bo ku dadgeha li Tirkiyeyê peyva “Amno” ya di zimanê sûryanî de tê wateya “kesê pêbawer” qedexe kiribû neheq dît û Tirkiyeyê mehkûm kir.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME ) di binpêkirina mafan a din de jî Tirkiyeyê neheq kir. Hemwelatiyê sûryanî yê li Swêdê dijî di sala 2005’an de xwest li navçeya Midyadê ya Mêrdînê paşnavê xwe bi peyva “Amno” ya ku di zimanê sûryanî de tê wateya “kesê pêbawer” biguherîne. Dadgehê Midyadê peyva “Amno” bi hêceta peyv “ne tirkî ye” û ne li gorî “qanûnên paşnavan e” serlêdana welatî red kir. Parêzerê Aktaş, Rûdî Sumer îtîrazî biryara dadgehê kir lê tu encam bi dest nexist.    Sumer bi hêceta ku “qedexeya cudakirinê” û “rêzgirtina jiyana taybet û jiyana malbatê” di sala 2007’an de dozê bir DMME’yê. DMME’yê serlêdana parêzer di cih de dît û Tirkiyeyê neheq kir û mehkûm kir. DMME’yê di heman demê de biryar da ku Tirkiye hezar û 500 Euro tazmînata manevî ji bo Aktaş razîne.    Parêzer Sumer anî ziman ku ev biryar ji bo yên din jî biryarek emsal e.