Serokeşîrên Kerkûkê: Em dikarin xwe bi birêve bibin 2019-06-27 11:19:24 KERKÛK - Serok eşîrên Kerkûkê diyar kirin ku pêwîstiya Kerkûkê bi tû hêzek leşkerî nine ku bajar bi rêve bibin û gotin: "Pêwiste Kerkûk ji aliyê tevayî netewe û pêkhateyên bajêr ve bê bi rêvebirin. Pêdiwî bi kesên derve tune ye. Em ji hikûmeta Iraqê dixwazin ku tevayî pêkhateyan beşdarî  îdareya rêvebirina bajêr bikin."  Serok eşîrên Kerkûkê têkildarî giringiya hevre jiyankirina hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê û beşdarîkirina tevayî neteweyan di rêvebirina îdareya bajêr ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivîn. Serokê eşîra Beyat li Kerkûkê Şêx Hemîd Kerîm, diyar kir ku Kurd, Ereb û Tirkmen li Kerkûkê hene û wiha axivî: "Em hemû li dijî eşîrtî û netewperestiyê ne. Hewildanên me hemû ji bo xurtkirina jiyana hevbeş a tevayî pêkhateyan û pêşxistina bajêre. Ji bona wê Kerkûk hêjayî xêr û xweşiyê ye. Erk dikeve ser milê me tevan ji bo em xizmetê ji vî bajarî re bikin. Rolek girin yê serok hozan heye di parastina rewşa bajêr de. Bi taybet di warê pêşxistina aşitiya civakî de. Her pirsgirêkek li vî bajarî derdikeve serok hoz rol digrin ser milê xwe ji bo çareserkirinê. Raste yasa serwerê hertiştî ye, lê em alîkariyek baş dikin ji bo pirsgirêk werin çareserkirin."   'EM DIXWAZIN HER KES BI HEVRE BIJÎN'   Şêx Hemîd Kerîm di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hevrejiyan kirin daxwaza wan tevane û wiha lê zêde kir: "Raste niha cilûbergên Ereban li ber minin,  lê vaye birayên me yên Kurd jî cilên xwe yên netewî li xwe dikin, bi heman şêwe Tirkmen jî cilên xwe li xwe dikin. Ev yek mînakek ciwane ji bo bajêr. Em naxwazin li vî bajarî tu netewek li ser netewek dinre were dîtin. Em dixwazin hemû bi hevre bi awayek asayî bijîn. Ji bona wê giringe ku ji tevayî neteweyan di rêvebirina bajêr de cihê xwe bigrin."   'EM KURD, EREB Û TIRKMEN WEKÎ XWIŞK Û BIRA DIJÎN'   Serokê eşîra Şemer li Kerkûkê Kenan Îbrahîm Şemerî jî li ser heman mijarê Axivî û got; "Em Kurd, Ereb û Tirkmen li vî bajarî wekî bira bihevre dijîn. Em hewildidin biratiya dinavbera me de xira nebe. Em wek serok hoz hertim giringiyê didin bihevre jiyankirinê. Di pêşxistina aşitiya civakî de rolek giring yê serok hozan heye. Ji berku di demên herî nexweş de peywendiya dinavbera serok hozan de xira nebûye. Ev yek jî xalek giringe ku peywendiya dinavbera me de bi hêze."   Şemerî, da zanîn ku hertim hewildidin peywendiya navbera hemû neteweyan xûrt bikin û niha rewşa Kerkûkê di aliyê aşitiyê de di rewşek baş de ye. Şemerî sipasiya serok hozan kir û got; "Em hemû li vî bajarî birane, rica ya min ewe ku kes destê xwe nexe nava xirabkirina rewşa bajêr de, ji berku tu kes sud ji rewşa aloz ya bajêr nabîne."   'ME XWEST EWLEHIYA BAJAR DI DESTÊ GELÊ BAJAR DE BE'   Serokê eşîra Şêxan li Kerkûkê Mela Cibur jî têkildarî heman mijarê wiha axivî; "Wek eşîrên Kurd, Ereb û Tirkmen li Kerkûkê hertim hewildidin xelkê Kerkûkê wekî bira hevre bijîn. Me çend pêşniyarek kiriye ji bo hêzek ji tevayî neteweyên bajêr pêkwere ji bo ku parastina Kerkûkê bike. Me xwest ku tevayî aliyên ewlehî bikeve di destê kesên xelkê Kerkûkê de, ne hêzek ji derve were Kerkûkê û biyanîbin."   Mela Cibur herî dawî wiha got: "Ger hêz û îdareya Kerkûkê ji xelkê Kerkûkê pêkwere wê rewşa Kerkûkê guncavtir û baştir be. Ji berku tenê pêkhateyên ji Kerkûkê ji xem û êşa Kerkûkiyan fam dikin. Ji bona wê me gotiye ku pêwîstiya me bi tû hêzek leşkerî nine ku were bajêr bi rêve bibe. Ji berwê çendê divê Kerkûk ji aliyê netewên li bajêr ve were birêvebirin, ne ji aliyê kesên ji derve were bi rêve birin."