Di bin navê ‘muayenekirinê’ de ji jimara 2’an sewqî jimara 1’an kirin 2019-06-27 09:32:16 ENQERE – Girtî Şeyhdavut Başkan ji Girtîgeha Jimara 2’an a Bunyanê di bin navê “em te dibin muayeneyê” de sewqî Girtîgeha Jimara 1’an Bunyanê kirin. Malbatê got ewlehiya canê kurê wê wan nîne.    Girtî Şeyhdavut Başkan ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Bunyana Kayseriyê di bin navê “em ê te muayene bikin” de sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Bunayanê kirine û wî hildane odeya 3 kesan. Bavê girtî Şeyhmus Başkan behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û diyar kir ku ew di 25’ê hezîranê de bi lawê xwe re hevdîtin kiriye. Başkan got lawê wî li dijî tecrîdkirina Ocalan ketibû greva birçîbûnê û piştî grev bi dawî bû wî derman nekirine.   ‘DERMANKIRINA WÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Bav Başkan anî ziman ku kurê wî 10 sal berê hatiye girtin û 30 sal ceza lê hatiye birîn û ewilî Girîgeha Edîrneyê maye û pişt re wî sewqî Kayseriyê kirine. Başkan da zanîn ku nedermankirina lawê wî nayê qebûlkirin û got: “Ez pirr çûm girtîgehan lê min hêj girtîgehek wiha xerab dîtiye. Lawê min bi şimikê hat hevdîtinê lê şimika wî jî derxistin û lêgerîn pêk anîn.”    NEHIŞTINE WÊNE BIKIŞÎNIN    Başkan da zanîn ku gardiyanan baş nehiştiye ku bi lawê xwe re wêne bikişîne û lê niha ew rastî zextên derûnî tên. Başkan diyar kir ku lawê wî jê re gotiye ku heke şertên wan neyên başkirin dê dîsa dest bi greva birçîbûnê bike. Başkan got wî li dijî binpêkirina mafan serî li dozgeriyê daye û ji ber bêbersiv maye serî li Wezareta Dadê daye.    LI GEL KU ASTENGDARE JÎ NAYÊ DERMANKIRIN    Başkan anî ziman ku lawê wî ji sedî 43 astengdar e û tevî vê yekê hem îşkence li malbatê dikin û hem jî li zarokên wan dikin.   ‘TIŞTEK BIBE WEZARET BERPIRSIYAR E’    Başkan diyar kir ku wî rewşa kurê xwe ji wekîlan re jî gotiye û serî li ÎHD’ê jî daye. Başkan got heke tiştek were serê kurê wî Wezareta Dadê dê berpirsiyar be. Başkan xwest kurê wî û hemû girtiyên nexweş ji aliyê heyetên serbixwe yên bijîşkan ve bên dermankirin.    MA / Zemo Aggoz