Li Amedê operasyona 'raporên sexte' 2019-06-27 09:31:10   AMED - Navend Amed li 15 bajaran li dijî kesên ku raporên sexte yên berastengan amade dikin, operasyon hate lidarxistin û 40 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, li 15 bajaran ji bo 81 kesên ku bi raporên sexte yên berastengiyê mûçe girtinê, kirîna wesayîtên bê OTV, teqawîtbûna binexweşiyê û bexşandina ji leşkeriyê dabîn kirine, biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya operasyonê de xebatkarên tenduristiyê û mamoste jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin. Xebatên ji bo binçavkirina 41 kesan jî didome. Hat angaştkirin ku kesên hatine binçavkirin, bi qasî 5 milyon û 250 hezar TL'yî xesarê dane sazî û dezgehên dewletê.