Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye 2019-06-27 09:07:17 MÊRDÎN - Qeyûmê Nisêbînê yê dema li ser kar bû û 32 milyon tl deyn li pey xwe hişt, derket holê ku maşîna şaredariyê ya 4x4 diyarî midûriyeta polisan kiriye. Dîsa gelek malên şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye.  Qeyûmê Nisêbinê ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve tayînî şaredariya Nisêbînê hatibû kirin, di hilbijartina 31'ê Adarê ya rêveberiyên herêmî de piştî HDP'ê dîsa şaredarî qezenç kir, karê wî bi dawî bû. Qeyûm ku dema li ser kar bû, piştî hilbijartina 31'ê Adarê zêdeyî 32 milyon tl deyn li pey xwe hişt. Dîsa derket holê ku dîsa gelek mal û milkên şaredariyê diyarî saziyên dewletê kirine. Di lêkolînê de derket holê ku dema qeyûm hat ser kar 6 milyon û 388 hezar tl di qaseya şaredariyê de bû. Di serdema qeyûm de 1 milyon û 930 hezar û 561 TL  pere ma. Disa hat diyarkirin ku Qeyûm şaredarî 32 milyon û 369 hezar û 51 TL xistiye bin deynan. Li aliyê din derket holê ku bi 149 hezar -û 500 TL maşîna zeviyan a 4x4 krî û dema qeyûm bû diyarî Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê kirine. Dîsa Navenda Ciwanan a HDP'ê girt û avahiya ciwanan ji bo 25 salan da Miduriyeta Perwerdehiyê. Derket holê ku mal û milkên şaredariyê beriya hilbijartinê dewrî saziyên dewletê kiriye. Dîsa avahiyên li bajaroka Kertwên, Gire Mîra û Stîlîlê dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê kirine.