Rêwîtiya zozanan dest pê kir 2019-06-27 09:05:58 COLEMÊRG - Li Colemêrgê piştî hewa germ bû welatiyên sewalkariyê dikin berê xwe dan zozanan û rêwitiya wan a zozanan dest pê kir.  Welatiyên li gundên Colemêrgê sewalkariyê dikin, piştî hewa germ bû, tevî sewalên xwe berê xwe dan zozanan. Welatiyên pez xwedî dikin tevî pezê xwe li tenişta Geliyê Zapê bi cih bûn. Welatiyên li Gundê Bayê dijîn, bi hatina baharê re di meha Nîsanê de pezê xwe anîn Geliyê Ulebe yê Zozanê Bayê. Ji ber maşîne nikarin derkevin van zozanan, welatiyan barê xwe da ser pişta hespan û ketin rêya zozanan. Welatî piştî hetin rê hatin li boriya Şina Bayê yê dumahiya Çiyayê Kato ye bi cih bûn. Ji ber îsal zêde baran bariya û bahar dirêj bû, koçer îsal mehek dereng hatin zozanan.  Welatiyên Gundê Bayê, di nîsanê de hatibûn Geliyê Ulebe, piştî pezê xwe anîn borîya Şîna Bayê ji vir jî hatin tenişta Zapê û li vir pezê xwe diçêrînin. Welatiyan barê xwe dan ser pişta hespan û li gel pesê xwe hatin li Geliyê zapê bi cih bûn. Welatî Garip Beyter, diyar kir ku ewil koçî Ulebe kirin û niha ji wir jî hatin tenişta Geliyê Zapê.    Welatî Rojhat Beyter jî anî ziman ku wan zivistanek pir dirêj û dijwar derbas kir û bi zorê derketin serê buharê. Beyter, anî ziman ku ji ber giha û çêre îsal tune û zozanan li wan qedexe dikin êdî sewalkarî pir zor û zahmet e wiha got: "Piştî em hatin vir emê nêzî 3 mehan li vir bimînin. Geliyê Ulebe  berdewama Çiyayê Kato ye."