Sibê dê ji bo Engîn Eroglu qapaxên bendavê bên girtin 2019-06-26 17:39:07 DERSIM – Engîn Eroglu yê li Dersimê winda bû hêj jê agahî nehatiye girtin. Jibo dîtina Eroglu dê qapaxên bendava HES’ê ya Mercanê bên girtin.  Engîn Eroglu (28) yê di 15’ê hezîranê de li Dersimê li ber pez bû winda bû û ligel hemû lêgerînan jî hêj nehatiye dîtin. Di çarçoveya vê lêgerînê de dê sibê qapaxên Bendava Mercanê ya li navçeya Pulurê bê girtin û lêgerînên pêk bînin.    Ji gellek bajaran komên lêgerîn û rizgariyê hatine û ev xebat bênavber didome.    Li aliyê din ji welatiyan hat xwestin sibê piştî ku qapaxên bendavê bên vekirin xwe ji qeraxê Çemê Munzurê dûr bikin.