Xebatkarê Azadiya Welat, Nîzamettîn Yilmaz hat berdan 2019-06-26 16:16:59 MÊRDÎN – Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ê girtî ku nexweş bû Nîzamettîn Yilmaz hat berdan. Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Nîzamettîn Yilmaz di 28’ê adara 2018’an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna 6’emîn a doza Yilmaz li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Serokê dadgerê wek 5 danişînê derbas bûn dîsa beşdarî danişînê nebû. Danişîn ji aliyê endamên dadgehê ve hat birêvebirin.    Yilmaz ê girtiyê nexweş di danişînê de amade bû, malbat û parêzerê Yilmaz di beşdarî danişînê bûn. Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir.   DOZGER CEZA XWEST   Dadgehê diayr kir ku sewqa nexweşxaneyê ya Yilmaz hatiye kirin lê rapora heyetê ji wan re nehatiye. Dozger mutalayê dubare kir û xwest Yilmaz bi îdaya “endamtiya rêxistinê bê cezakirin û girtina wî dewam bike.    ‘MIN TENÊ ROJNAME BELAV KIRIYE’    Yilmaz li dijî mutalayê parastina xwe kir û got wî tenê rojname belav kiriye. Yilmaz da zanîn ku wî ji bilî belavkirina rojnameyê tu tiştek din nekiriye û beyanên şahidê nepen derew in. Yilmaz xwest bê berdan û beratkirin. Yilmaz got ew bi daxwaza aştiyê dest bi greva birçîbûnê kiriye û xwestina aştiyê ne sûc e.    Pişt re parêzer Mehmet Emîn Dursun li dijî mutalayê parastina miwekîlê xwe kir û xwest miwekîlê wî yê nexweş bê berdan.    Heyeta dadgehê piştî navberek kin biryara xwe da û Yilmaz ji ber rewşa tenduristiyê tahliye kir.    Danişînek din taloqî 8’ê mijdarê kir.