Civîna li avahiya HDP'î jî sûc e! 2019-06-26 09:16:06 EDENE – Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 57 HDP'î hatin binçavkirin. Ji van kesan Hevseroka HDP'a bajêr Gulseren Tûral jî di nav de kes bi beyanên şahidin aşkere û nepen hatin girtin. Dozgeriyê, civîna li avahiya partiyê jî wekî sûc hesiband.  Piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hedef nîşan da, di 4 mehên dawî de polîsan gelek caran avêtin ser HDP'a Edeneyê û di van operasyonan de 57 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin Hevseroka HDP'a bajêr Gulseren Tûral jî di nav de 16 ke bi beyanên şahidên aşkere û nepen hatin girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê kesên hatin binçavkirin û girtin de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Edeneyê jî îdianame qebûl kir. Der barê Tûral û Namzetê Endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê Huseyîn Beyaz de bi îdiaya "xirabkirina yekpareriya dewletê", "bi cebîr, gefxwarin an jî hîleyan binpêkirina azadiya ke", "li ser navê rêxistinên sûcî gefxwarina li gelek kesan" û "avakirin û rêvebirina rêxistinê"; der barê Endamê Meclîsa Şaredariya Seyhanê yê berê Enver Okmen, rêveberên bajêr M. Saît Eren, Alî Arslan, Yaşar Demîr û endamên HDP'ê Ahmet Alak û Mûstafa Yildiz de jî bi îdiaya "xirabkirina yekpareyiya dewletê", "bi cebîr, gefxwarin an jî hîleyan binpêkirina azadiya kes", "li ser navê rêxisstinên sûcî gefxwarina li gelek kesan" û "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin û hat xwestin cezayê muebeta giran li wan bê birîn. Her wiha der barê Sîraç, Veysî, Ridvan û Mehmet Alî Alak de jî bi îdiayên "bi cebîr, gefxwarin an jî hîleyan binpêkirina azadiya kes", "li ser navê rêxistinên sûcî binpêkirina azadiya kes" û "alîkariya rêxistinê" doz hat vekirin.    Di 20'ê Adarê de polîsan Hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulseren Tûral jî di nav de 12 kes binçavkiribûn û ji van kesan 8 kes hatibûn girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de li avahiya HDP'a bajêr û avahiya navçeyê polîsan pirtûk, kovar û malzemeyên teknîkê jî destgîr kiribûn. Dozgeriyê di îdianameyê de ji bo belgeyên di dema vê binçavkirinê de hatin bidestxstin de diyar kir ku di belgeyan de navê wan heye û şopa tiliyên wan li ser e û gotibû "belgeyên dadgeha gel in." Di 20'ê Gulanê de jî polîsan avêtibû ser gelek malan û di avêtina ser malan de 10 HDP'î hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan û Erkan Aka jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Di operasyona dawî de jî polîsan endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê binçav kirin. Di operasyona 17'ê Hezîranê de ku navenda wê Edene bû, li Antalya, Nîgde û Mêrdînê 7 jê zarok 35 kes hatin binçavkirin. Di roja ewil de yek jê zarok 2 kes hatin berdan, 6 jê zarok 33 kes jî 8 rojan di binçavan de man.    Di îdianameyê de çalakiyên demokratîk ên ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnê wekî sûc hatin hesibandin. Dozgeriyê diyar kir ku li ser belgeyên li avahiyê hatine destgîrkirin şopa tiliyên ciwanan heye û şopa tiliyan wekî sûc hesiband. Di îdianameyê de dozgeriyê, lihevkombûyîna li avahiya partiyê jî wekî sûc hesiband.    MA / Hamdullah Kesen