Bûlût: Wê Hikûmeta Başûr bi vî awayî nikaribe li ser piya bimîne 2019-06-26 09:15:45 STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ku destekê dide operasyona Xakurkê got: "Tirkiye, gav bi gav Kurdistana Federe bi dest dixe. Hikûmeta Başûr, bila qet nebêje eger tevgera kurd biqede ew ê li ser piya bimîne."  Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, operasyona Xakurkê û desteke Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya dide Tirkiyeyê nirxand.    Bûlût, ji bo operasyona Xakurkê ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Federa destekê dide Tirkiyeyê, got: "Tirkiye, di çarçoveya sînorên Mîsak-î Mîllî'yê de tim dixwaze xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê kontrol bike. Tirkiye, li Sûriye, Îdlib, Helebê dixwaze bi rêya çeteyên destekê dide wan û OSO û Eniya Rizgariya Netewî rêveberiyên herêmî têxe bin kontrola xwe. Her wiha dixwaze Berhem Salih û Nêçirvan barzanî bitirsîne û rêveberiyên di bin nîrê Tirkiyeyê di biafirîne û nexasim jî xeta Mûsil-Kerkûk-Helebê ku Şengal, Başîka û derdorên Mûsilê jî di nav de, têxe bin banê serweriya xwe. Bi vî awayî dixwaze hikûmeta Iraqê jî mecbûrî wê be. Ev yek perçeyeke plansaziyeke pir berfireh e. Em hêdî hêdî tatbîqatên vê yekê dibînin. Wê bi ser bikeve an na, ew tiştekî din e. Bala we bikişînim berê Îran ji bo vê operasyonê gotibû erê, lê paşê dev jê berda. Li ser vê Tirkiye rabû bi tena serê xwe kir. Çimkî Îran naxwaze hevsengiya kurdan ji bo Tirkiyeyê xirab bibe."    Bûlût, desteka Herêma Kurdistana Federe ya ji bo operasyona Xakurkê wekî "tepisandinê" pênase kir û got: "Di meseleya Kerkûkê de deriyê sînor ê Xabûrê hat girtin. Tirkiye li wan deran tevî Iraq û Îranê hin manewrayên leşkerî kirin. Bi vî awayî Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe tepisandin. Her wiha rêveberiya li wir bi awayekî bêvîzyon ku dibêje 'her tişt ji bo bazirganiyê ye, her tişt qezenc e, pere ye' tev digere. Ev bêvîzyonîtî ye, tepisandin e. Berhem Salih ji bo hevdîtina bi Erdogan re got, pir kêfxwe bûye, lê di heman rojê de operasyona Xakurkê dest pê kir. Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye hwd. ev hemû ji bêvîzyonîtoyê wêdetir in. Ji bo operasyonên li wê hêlê alîkariya Tirkiyeyê neke jî, xwe li nedîtinê datîne, îtiraz nake. Dibê qey wê bi vî awayî xelas bibe. Divê vê yekê zanibin; Ji roja ku Tirkiye mudaxileyî Efrînê kiriye gav bi gav Kurdistana Başûr bi dest dixe. Bila baş zanibin eger tevgera kurd a li Tirkiyeyê biqede wê nikaribin li ser piya bimînin. Di gena îktîdarên Tirkiyeyê de nehezkirina ji bo kurdan û binpêkirina mafên siyasî yên kurdan heye."    MA / Ferhat Çelik